|
Strand-Klam / Türküler
İÇ
ANADOLULU BİR KÜRT KADINININ AVRUPAYA(DANIMARKAYA)
ÇALIŞMAYA GİDEN
KARDEŞLERİNİN
ÜZERİNE YAKTIĞI AĞIT
Keko keko min nizani, min
nizani
Min di ber çawên xwe da
ani, min nizani
Hatiyê wexta îde
(eyd) arefe yê
Xwang kûr (kor) şaş
bi were hêla kîjanî
Eli, Hemo, Cemal keko bîra we dikîme
Dî ciyê xwe da rûniştime,şina
bêrangên (birayên)
xwe dikime
Koma bi şîr
şakir xwûdî
dikime
Kurbano we me werin carekê li
mehlê bigerin
Walla ji
jinan bêtir mêr tê da
neman e
Mala bavê min birano
Heta nebim mala bavê min
hemalno
Yê li Danimarka
yerli mane
Heta nebim mala bavê min
hemalno
Yê li welati gawira şevêtî
mane
Heta ku nebim mala bavê min
hemalno
Yê li welati gawira
yerli mane
......................................................................................................................................
De bî yaro yaro
Eskero yaro
Piştîxwe mede çiyaye Erdije
Axe saro(nakarat)
Min arabek kirê kîr
Çume Wan'e
Min kişandin berpeşiye nexweşxane
Min go nexweşekê min li
vir bu kane?
Go Ane îro se rone taburcu kirin
xetê we gî dâne
(nakarat)
Yuzbaşiye li ser we fîte fîte
Esker nema kişandiye
Girî şerite (gir rîze)
yaro qurban li cane te eyan be
Eywax eywax mala yare te disa bi kilite
nakarat
Hekime mezzin li ser geştin hev
Gotin vo(ew) çi eskerê bê
dermane
Were Eskere min se mêhe
bihare
Hestirke çavemin xeribe bun e barane
NAKARAT...
IÇ ANADOLU KÜRTLERININ VAZ GEÇILMEZ AGIDI...
Diyarbekir
Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e
Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilezin
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e
Li ser surhê singa te bû ferman
Hatin bi te re xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
êdî ne ma tirsa giran
Li ser birca te yê bilind
Mij û dûman her girtine
Gul û Sosin pel weþandin
Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te divegerim carek dine
Gotin: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
....................................
Agir Ketiye Dilê Min
Agir ketiye dilê min
Xew nakeve çavên min
çima tu ji min dur keti
bêje roniya cavén min
Rinda min gewra min
çend salin li hêviya te me
wele çil sal in li benda te me
Ev çi ax û nalîn e
Dil þewitî berf bîne
Tu bi xatirê Xwedê kî
Nebêje ewya dîn e
Rinda min gewra min
çend salin li hêviya te me
wele çil sal in li benda te me
.....................................
Oy Felek
Oy felek ji bo çi te ez hiþtim ji hevalan
Emirê min çardehe ez xuya dikim mîna kalan
Carek bi tenê oy felekê murada min te bi cî ne anî
Ê bi derd û kulan ew dilê min her dinale
Oy felek oy felek oy felek
Oy felek ji boy çi murada min bi cî ne anî
Maldarî li ba min çû feqîrîyê cem min danî
Wa hevalan ez bîr kirim teva piþta xwe didan min
Wa xudîya ez firotim bi erzanî
Oy felek oy felek oy felek
Gotin û muzîk: Seîd Yusif
.................................
Cîranê
Dilê min bû behra belek
Te av jê vexwar gelek
Cîran ezê te bigrim
Bira biteqe felek
Cîran wa diçim sûkê
Ji ter bînim xemla bûkê
De tuê rabe lixweke
Bibe bûka Kerkûkê
De tuê rabe lixweke
Wek kevokek Duhokê
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û ewan
Êdî ji me bigerin
Cîran cîrana min
Tu rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min
Tu xweþ e li ber dilê min
Dilêm bû Behra Wanê
Çem û kanî av danê
Xwezî bi teyra baskbelek
Ser serê Sîpanê
Xwezî bi Siyabend û Xecê
Dimîne li ser Sipanê
Cîran melhema dilan
Bi þev were nav gulan
Cîran melhema dilan
Bi tenê were nav gulan
Bira kes te nebînin
Dikevin nav du dilan
Destê te bigrim biçim
Ba pêþmergên Kurdistan
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Herwek Þivan dibêje
Ewan ji me nagerin
Cîran cîrana min tu
Rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min tu
Xweþ e li ber dilê min
Þivan Perwer
Jêder: ronibaran.de
................................
Adarê
Çûme serê çîyayê Gabar
Kulilk vebûn nexþa bihar
Êdî bes e zilma neyar
Gelek xweþ bû þahiya adar
Adarê, xweþ adarê, kulilka ber biharê
Me ne zordestî, kevneperestî
Me ne zilm û koledarî
Adarê, xweþ adarê, kulilka ber biharê
Þervane li ser Zinar û Lat
Dibezin ber bi roja felat
Gelê me rabe roja nû hat
Ew þehidên rewþa welat
Li zindanan bi berxwedanî
Çendî þehîd serî danî
Standin dîroka tolanî
Li ser çîyan ronî danî
Helbest û Muzîk: Mahmut Yamalak
Þîrove: Agirê Jîyan
...............
Bêrîvanê
Berivanê mal wêranê
Þîrînê wey bê xudanê
Zerka te bo çi vala ye
Meþka te bi çi qetya ye
Pezê pezê te bo çiyê mite
Belavê ev ro kit kite
Berîyê bêje þivanê
Guh bide pezê xudanê
Berîvanê mal wêranê
Berîyê bêje berîya
Ezmer û can û zerîya
Nezike ew bihar bêtin
Ew bihara pez bizêtin
Berîvanê mal wêranê
Berîyê qêr ke strana
Da te nakin ês û jan a
Em ji tirsê qet namirin
Em ji tirsê qewimtirin
Berîvanê mal wêranê
Berivanê mal wêranê
Þîrînê wey bê xudanê
Zerka te bo çi vala ye
Meþka te bi çi qetya ye
Gotin û muzîk: Tehsîn Taha
...............................
Helebçe
Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaþxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in
ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo…
Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deþta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min
oy...
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiþtekî ji dinyayê re
binnivsînin
Bira xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Kurdistan ku îro diþewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min
birîndarê we me...
Þivan Perwer
Jêder: ronibaran.de
.............................
Ay Dîlberê
Li baxê min bû zivistan
Hey dîlberê dêm gulîstan
Çilmisî gul bax û bistan
Wêran ezim malêm xirab
Hey dîlberê qey menale
Feqiyê Tayran êdî kale
Nexweþekî pir bê hale
Tu him gulî him rihanî
Tu him derdî him dermanî
Him hekîmî him loqmanî
Wêran ezim malêm xirab
Sîpan ji navê tere tenê
Xaliq ji xala gerdanê
Te dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim malêm xirab
Hey dilberê da tu zanî
Kulîlik vebûn çiya u banî
Bilbil pirs kir Feqî kanî
Wêran ez malêm xirab
Gotin: Feqiyê TeyraA
Muzîk: Aramê Tîgran
Koşkaro
Koşkaro ha koþkaro
Digere ar bi aro
Were mala xwe rune
Çuka gundê bêyaro
Bazdin ba sol bidirin
Koşkar li gundan pirin
Çavê xortan birijin
Keçikan ra nakirin
Jêder: ronibaran.de
-------------------------------
Malan Barkir
Malan barkir lê lê çûne waran lê
Dînê lê dînê lê Dînara min
Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
Ez sewî me lo lo ber desta me lo
Delalo delalo delalê min
Brîndar im lo lo bê xwedî me lo
Hevalo hevalo hevalê min
Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê
Dînê lê dînê lê Dînara min
Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
Jana te ya dil jana min e lo
Delalo delalo delalê min
Ger min nedin ne gunehê min e lo
Hevalo hevalo hevalê min
Jêder: ronibaran.de
--------------------------------------
Memmir Memmir
Memmir memmir Memo lo Memo lo Memo
Memmir memmir Memo lo Memo lo Memo
Xelkê jina te bir lo Memo lo Memo
Celkê jina te bir lo Memo, pismamo
Xwelî li serê te kir lo Memo lo Memo
Xwelî li serê te kir lo Memo, pismamo
Baxçê Memo rezî lo Memo lo Memo
Baxçê Memo rezî lo Memo pismamo
Bin da marê tevizî lo Memo lo Memo
Bin da marê tevizî lo Memo pismamo
Min tirs e te bigezî lo Memo lo Memo
Min tirs e te bigezî lo Memo pismamo
Baxçê Memo tirî lo Memo lo Memo
Baxçê Memo tirî lo memo pismamo
Bin da marê mirî lo Memo lo Memo
Bin da marê mirî lo Memo pismamo
Min tirs e te bigrî lo Memo lo Memo
Min tirs e te bigrî lo Memo pismamo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
-----------------------------------------------------
Mihemmedo
Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy
de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo
Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan
Bejna delalê min nîşana serê çîyan
Wî de agir bikev mala van romiyan
Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan
De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo
Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy
Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano...
Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê bişewite bi kevir e
Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min
digire
Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan
Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano
Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy
Kelemê çavê dujminano
: Şivan Perwer
Jêder: ronibaran.de
------------------------------------------------------------
Rindê
Ware rindê rindê rindê
Rind rindê go
Wez heyrana bejna ziravim
Guharî bi guhvo
Were rindê rindê rindê
Rind rindê go
Wez heyrana bejna ziravim
Zerî bi bistûvo
Ger ez rinda xwe birevînim
Ger ez kewa xwe birevînim
Kesek tune ji min şîvo
Evîne hevo
Ware rindê rindê rindê
Rind rindê go
Ez heyrana bejna zirav im
Gorî guv guvo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Konya
Berhevkar: Ramazan Mercan
XALKE JUR(KARACDAG)-ANATOLİYA NAVİN.
----------------------------------------------------------
Roj Roja Me Ye
Em G Em G Em G Em G
Roja me derket li serê çîyan
Em G Em G Em G Em G
Tîrêja xwe da erd û zevîyan
Em G Em G Em G Em G
Hêstirê çavan çû em tev kenîyan
Em G Em G Em G Em G
Rabin dîlanê roj roja me ye
G Em Am G Am G
Roj roja me ye gundî û rêncber
G EmAm G Am G
Roj roja me ye hemmî proleter
Armanca me yek e em birayê hev in
Aştî dixwazin tev hevalbend in
Hevalên rojê dujminê şev in
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter
Gul û sosin vekir her alî sor kir
Mizgînîya xweşiyê ji mer dîyarî kir
Riya şoreşê me zû hişyar kir
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter
Tirs û lerz neman emê liwan xin
Li erd û ezman gurmîni daxin
Kesk û sor û zeryê li herder bilindkin
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : W. Amedî
Sazkirin : Koma Dengê Azadî
Jêder: ronibaran.de
-----------------------------------------
Rojbaş
Bi tîrêjên rojê re
Bi aviya sibê re
Ji nav çiyan der tên
Dilê me hemiyan pê re
Rojbaş
Gerîlla rojbaş....
Herdu destan rakin
Kesk, sor û zer li bakin
Keç û xortan silavkin
Wê kurdistan avakin
Rojbaş
Gerîlla rojbaş....
Li dû hev dû bi rêz in
Hemû huner û hêz in
Kevokên aşitî ne
Bi zêrê zer xêzin
Rojbaş
Gerîlla rojbaş....
Gotin: Hekîm sefkan
Muzîk: Hekîm Sefkan
Serrastkirin: (Şehîd Serhad)
Jêder: ronibaran.de
---------------------------------------
Kîne Em?
Kîne em?
Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter
Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn,
Agir giha qepsûn
Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kûştin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Kîne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Em xweş mirov in,
Ne hirç û hov in
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê me
Dijîn tev serbest,
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest.
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in ew Kurdê serhişk û hesin,
Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Em in Mad û Goş,
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahşê jardara
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar,
Bûne olperest,
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin…
Yekcaran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipişiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne
Em in ew gela
Belê em in ejdeha
Ji xewa dîlî
Şiyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Tev mejî û bêr
Rabin her wek şêr
Serê xwe hildin
Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem.
Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em dest dirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em
Serdarên bilind, gernas in herdem
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Lê dijmin direvî!
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li paş xwe nanêrî
Kine em…
Gelo bavêm çi bikin?
Naxwazin însanî
Êrîş bikin û bigrin
Histu bişkînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîne em?
Şivan Perwer
----------------------------------------------
BILBILO LO
Bilbil ser şaxê çi xweş dixwîne
Rist û helbesta ser diweşîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejar e gezey dixwîne
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xeribo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo
Helbesta bilbil çi xweş ji dil tê
Axîn û nalîn ji cîgeran tê
Ew jî mîna min li zora wî tê
Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xeribo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo
Wek min xwîni ye koçer u jar e
Li ber xirabû hêlin û war e
Pepûk maye ew berê çare
Şûna ristê wî mexel bu mar e
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xeribo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo
GOTIN : HEJAR
STRAN : HOZAN DIYAR
--------------------------------------------------
Bîngol şewitî
Bîngol şewitî mij dûman e
Megrî, megrî dayê megrî
Zekî kuştin ber malan e
Zeman xirab em têda ne
Bingol şewitî mij dûman e
Megrî, megrî, dayê megrî
Esker ketin nav gundan e
Zeman xirab em tê da ne
Va qomandan, bê îman e
Megrî, megrî, dayê megrî
Millet topkir, bi copan e
Zeman xirab, em têda ne
----------------------------------------
Baran Barî Tene Tene
Baran barî Gulê Gulê tene tene
Vana rêçên were Gulê min û te ne
De bilezin Gulê Gulê, zu bimeşin
Rojên giran were Gulê li benda me ne
Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lêkir
Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir
Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tevde der kir
Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tevda geş kir
Ev reng û bengê Gulê Gulê wa yê delal
Dilê kedxwar were Gulê bi vî ra reş kir
--------------------------------------
Ax Lê Kinê
Ax lê Kinê, lê lê
Mala minê way way
Ax lê Kinê lê lê
Emrê minê way way
Ez ne kin im, lê lê
Ne dirêj im way way
Tak rihan im, lê lê
Pel dirêj im way way
Ez ne kin im, lê lê
Ne hûrik im way way
Tak rihan im lê lê
Pel hurik im way way
Ez ne kin im, lê lê
Ne mezin im way way
Tak rihan im lê lê
Pel mezin im way way
Ez ne kin im, lê lê
Ne biçûk im way way
Tak rihan im lê lê
Pel biçûk im way way
GELERİ-ANATOLİYA NAVİN
|