|
ÇÎROK
ÇIROKA
PÎRE Û RUVÎ
Ahmet Gezer.
Rojek hebû nebû kes ji xwedê
mestir nebû, rehmet lî bavê xandewanan biwxînin vê çîrokê.
Rojekê ruvîyek hebû tim
mirişkên pîrê dixwarin. Pîrê rokê xwe da benda rûvî da ku bigre. Ruvî
weka her carê dîsa hat ber derê pinîyê ku mirişkekê bi xwe re bibe.
Pîrê xwe ji nişkeva avête ser ruvî, qîje qîja ruvî û bara bara pîrê
tew li hev bû rûvî xwe rakişand ku ji destên pîre xwe xelas bike. Rûvî
xwe ji destên pîre filîtand lê boçka xwe di destên pîre de ma.
Ruvî bi dilekî poşman
vegerî ba hevalê xwe, hevalên wî dîtin ew bê boçe dest bi ken, qirf,
qesel û henekan kirin. Ruvî ji ber vê rewşe pir fedî kir tu qul nedît
ku bikevê.
Ruvîyê feqîr kûr û hûr
fikirî ka çi bikira û çi nekira, çing bikare boçka xwe ji pîre
bistîne. Lê tu çare nedîn, vegerî ba pîrê, ruvî got pîrê: ketim bextê
te min kir tu neke, min di nav hevalan de rûreş meke bide boça min.
Pîre mezkir kûr kûr fikiri û
bi şertekî qebûl kir, got tê here tasek şîrê bizine ji min re bînî ezê
boça te hîngê bidim te. Ruvî bi lez û bez çû ba bizinê got bizin,
bizin şîr bide, ji bo pîrê dixwazim, ku tu şîr bidî min wê pîr jî boça
min bide. Bizine got here çiloyê darê ji min ra bîne ezê bixwûm ku şîr
bidim. Ruvî çû hêla darê got darê, darê çilo bidê ji bo bizine, bizin
jî hîngê şîr dide min ezê şîr bibim ji pîrê re ewê hîngê boçka min
bide min. Ez ketime bextê te şîr bide min.
Darê got here ji ava kanîyê
ji min re bîne û bide min. Ruvîyê xizan rabû çû ba kanîya avê û jê re
got: kanî, kanî tu yê avê bidî min û ezê wê avê bibim li darê bikim da
ku dar şîn bibe û pelikan derxe. Ezê wan pel û çiloyan bibim ji bizinê
re. Bizin wê wana bixwe û were şîr. Dema tasek şîr da min ezê bibim ji
pîrê re ku soz da min wê poçka min li min vegerîne. Yanî avê bidime
darê, dar wê çilo bide ,çilo bidim ji bo bizine, bizin şîr bide, şîr
ji bo pîre bibim ,pîr boçka min bide.
Kanîyê got here keçikên gund
bîne bila li dor min gowendê bigrin, ruvî çû ba keçikên gund, ruvî got
keçîkno, keçîkno werin li dor kanîyê gowendekê bigrin pê û panîyan li
herdêxin, bila hîngê kanî avê bide min, ezê avê bibim bo darê, dar jî
çilo ji bo bizine bide, bizin jî şîr ji bo pîre bide, pîr jî di dawîyê
de boçka min dide. Keçika got here ba koşkêr bila merasê panîyên wan
bilind ji mera çeke, ruvî çû ba koşkêr got: koşkar koşkar ji keçikên
gund re merasên panî bilind çêke, keçik pê û panîyan li herdêxin û
govendê bikşinîn li dor kanîyê, kani jî wê avê bide darê, dar jî wê
paşê çiloyan bide bizine, bizin wê şîr bide pîrê, pîr jî boçka min
bide min. Koşkêr got here ji min re hêka ji ba mirişkê bîne, ruvî bi
stûxarîyê çû ba mirişkê, got: mirişk, mirişk hêka bide bo hostê
merasan , hostê merasan jî wê çend cot meras çêke ji bo keçikên gund,
keçik jî gowendê digrin li dor kanîyê, kani pê şabe û avê bide bo
darê, dar jî çilo bide bo bizinê, bizin şîr bide bo pîrê, û di dawîyê
de pîr jî boçika min bide. Mirişkê hêk dane ruvî, wî jî hêk dane
hoste, hoste jî meras ji keçikan re çekirin, keçikan gowend li dor
kanîyê gerand, kanî pê şabû av da darê, darê çilo dan bizinê, bizinê
şîr da pîrê, pîrê jî boçka ruvî yê ku bi heft renga xemilandî da ruvî,
ruvî bi boçka xwe ya rengîn pir şabû çû cem hevalê xwe. Hevalê wî
boçka ya rengîn dîtin û bi şunde gotin ew çi boçka wenga rinde, te ew
ji ku anî?. Ruvî fikirî ka wê cewabeka
çawa bida wan û ew
bixapandana. Hema got: min va boçka ji gola binê gund derxist
Ruvîyên din meşin çûn golê, xwe berdan nav avê, dîtin ku gol pir kûre,
hema hema wê vetisîyana bi lez avjênî kirin û ji golê bi derketin.
Ruvîyê me yê boçik rengîn jî têra xwe bi wan dikenîya.
|